Li Sistan-Belûcistanê polîsekî Îranê hat kuştin

Li eyaleta Sistan-Belûcistanê ya li başûr-rojhilatê Îranê, di êrîşeke li ser qereqola polîsan de polîsek hate kuştin.

Koma Belûcî Ceyş el Adl li ser qenala xwe ya Telegramê berpirsyariya êrîşê li xwe girt.

Li gorî ajansa nûçeyan a Îrnayê, serê sibehê li qereqola polîsan a li Raskê di navbera hêzên polîsan û endamên komekê de şer qewimî, di encamê de yek ji polîsan hate kuştin.

Êrîş li herêmeke nêzî sînorê Pakistan û Efganistanê qewimî.

Îrnayê ragihand ku şer nêzî sê saetan dewam kir.

Di 15’ê Kanûnê de li Raskê herî kêm 11 polîs hatibûn kuştin.

Ceyş el Adlê berpirsyariya vê êrîşê jî li xwe girtibû.

Koma ku sala 2012’an ji aliyê endamên berê yên rêxistineke Sûnî ya radîkal ve hate avakirin, bi taybetî di Cotmeha 2018’an de li heman eyaletê bi bûyera revandina 12 polîs û leşkerên Îranê bal kişandibû ser xwe.

Back to top button