Pentagon: 127 êriş li dijî nuqteyên Amerîka yên li Iraq û Sûriyê hatine kirin

Bi balafirên keşfê yên bêmirov hewl hat dayîn êrîşî baregeha artêşa Amerîkayê ya li Dêrezorê ya Sûriyê bikin.
Sîstemên parastina hewayî balafirên bêmirov îmha kirin.
Berdevkê Pentagonê Patrick Ryder eşkere kir ku ji destpêka aloziya li herêmê û şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de, li dijî nuqteyên Amerîka yên li Sûriye û Iraqê 127 êriş pêkhatine.

Êrîşên li ser baregehên ku Amerîka leşkerên xwe li Sûriyê û Iraqê lê bi cih dike berdewam dikin.

Herî dawî duh bi balafirên bêmirov ên kamikaze yên ku eslê wan nediyar e, hewl hat dayîn êrîşî baregeha artêşa Amerîkayê ya li Dêrezorê ya Sûriyê bikin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, bi şev hewl hat dayîn ku bi balafirên bêmirov êrîşî baregeha Tesîsa Gazê ya Konîko ya ku hêzên DYA’yê li parêzgeha Dêrezorê lê bicih bûne, bikin.

Pergalên parastinê yê hewayî ya hêzên Amerîkayê beriya ku bigihêjin hedefên xwe, li hewayê balafirên bêmirov îmha kirin.

Baregehên artêşa Amerîkayê yên li Hesekê û Dêrazorê ji serê salê û vir ve gelek caran bûne hedefa roket û balafirên bêmirov ên kamikazeyê.

Patrick Ryder di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku ji 4’ê Çileyê ve, li dijî nuqteyên Amerîka 9 êrîş pêkhatine û got:

“Ji destpêka aloziya li herêmê û şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de, li dijî nuqteyên Amerîka yên li Sûriyeyê 75 êriş û yên li Iraqê jî 52 êrîş pêkhatine.”

Washington 2 hezar û 500 leşker li Iraqê û derdora 900 leşkerên xwe li Sûriyê di çarçoveya Koalîsyona Navneteweyî li dijî DAIŞ’ê de, belav kirine.

Piştî destpêkirina şerê li Xezayê, komên Iraqî di daxuyaniyekê de ku li ser hesabên xwe yên Telegram belav kiribû, hişyarî dabûn Amerîkayê ku dê êrişên xwe li dijî baregehên Amerîka yên li Sûriye û Iraqê zêde bikin.

Back to top button