Artêşa Tirk gundê Erîda û Zenûbiya yên Girê Spî topbaran kirin

Êrîşên dagirkeran yên li ser herêmê bê navber dewam dikin. Artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Erîda û Zenûbiya yên Girê Spî topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên Erîda û Zenûbiyên yên rojavayê Girê spî topbaran dikin.

Artêşa Tirk şeva berê gundê Erîda û gelek gundên dîtir ên rojavayê Girê Spî bi çekên giran topbaran kirin.

Di encamê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê di topbarana li dijî gundê Erîda de hat kuştin.

Li gundewarên Minbicê 3 jin û zarokek birîndar bûn

Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker di saet 2:00 yê sibê de gundê Iwn El-Dadat ê bakurê Minbicê ji baregeha gundê Toxar, topbaran kir.

Meclisê da zanîn ku di encama topbaranê de, 3 jin û zarokeke 17 salî birîndar bûn û rewşa du jina giran e.

Her wiha di encama topbaranê de, zirarên madî di gund de çêbûn.

Li aliyekî din jî, ji ber topbaran dagirkeran li ser gundên Kopirlik, Huriye û Cirinê yên Girê Spî, agir bi zevî û malên sivîlan ket.

Back to top button