Îtîrazên DEM Partî yên bo hilbijerên veguhestî û bêusuliyan dewam dike

Li deverên ku şaredarî bi dengê hilbijerên veguhestî hatine desteserkirin îtîrazên DEM Partî dewam dikin.
Di hilbijartinê de bi hezaran leşker û polîs li bajarên Bakurê Kurdistanê deng bikaranîn û bandorek mezin li encaman kir.
Di vê çarçeveyê de di serî de li bajarê Qersê û gelek navçeyên din ji bo hilbijartin were betalkirin û jinûve pêkwere DEM Partî serî li Lijneya Hilbijartinê da.
Serokê CHP’a Qersê Onur Ulutaşdemîr jî destnîşan kir ku bi hilbijêrên veguhestî dest danîne ser îradeya gel û lewra, hilbijartin rewa nîn e.

Li deverên ku şaredarî bi dengê hilbijerên veguhestî hatine desteserkirin îtîrazên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî dewam dikin.

Di hilbijartina xwecihî yê 31’ê Adarê de bi hezaran leşker û polîs ên ji aliyê desthilatê ve hatin veguhestin li bajarên Bakurê Kurdistanê deng bikaranîn.

Her wiha gelek zext û bêusuliyên din jî hatin kirin û bandorek mezin li encaman kir.

DEM Partî li 2 navçeyan îtîraza encamê kir û xwest hilbijartin jinûve pêk were

Yek ji navendên ku bi hilbijêrên veguhestî hatiye rojevê navçeya Hezroya Amedê bû.

Di navçeyê de li gorî agahiyên nefermî AKP’ê 4 hezar û 83 deng girtin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan jî 3 hezar û 712 deng girtin.

Di navçeyê de nava her du partiyan de 371 deng ferq heye û 904 den jî wek betalbûyî hatin hesibandin.

DEM Partî ji bo dengên betalbûne jinûve werin jimartin, serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê da.

Lê belê îtîrazhate redkirin.

Li ser vê yekê DEM Partî serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da.

Li navçeya Stewra Mêrdînê jî ji ber hilbijêrên veguhestî deng bi kar anîne DEM Partî , bi daxwaza hilbijartin werin betalkirin serlêdan kir.

Di navçeyê de 978 leşker-polîsan deng bi kar anî.

Lê îtîraza DEM Partî ya li wir jî hate redkirin.

DEM Partiyê ji bo betalkirina hilbijartina qersê serlêdan kir

Her wiha rêxistina DEM Partiyê ya Qersê ji bo hilbijartin jinûve were lidarxistin serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da.

Di daxwaznameya serlêdanê de DEM Partiyê da zanîn ku li 23 sindoqan de dengên veguhestî hatine bikaranîn û van “hilbijêran” jî bandor li encamên hilbijartinê kiriye.

Derket holê ku ji wan yek sindoqan de ji 120 hilbijêrên tenê yek jê li ser nifûsa bajar qeydkirî ye.

Lewra DEM Partiyê jî ji ber hîle û bêusûliyan xwest hilbijartin were betalkirin û jinûve bê lidarxistin.

Serokê CHP’a Qersê: Bi hilbijêrên veguhestî dest danîn ser îradeya gel

Derbarê mijarê de Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP’ê) Qersê Onur Ulutaşlar axivî û diyar kir desthilatê bi hilbijêrên veguhestî dest danîn ser îradeya gel.

Onur Ulutaşdemîr destnîşan kir ku ji ber bêusilyên hatine kirin, hilbijartin rewa nîn e û wiha got:

“MHP’ê li bajar bi hilbiljêrên veguhestî şaredarî bi dest xist. ”

Li bajarê Colemêrgê ji 44 kesên hatibûn binçavkirin 14 hatin girtin

Back to top button