Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa destnîşan kir ku di dema rewşa awarte de Nexweşxane û navendên me bi temamî amade ne.
Derbarê amadekariyên Desteya Tenduristiyê di dema rewşa awarte de Dr. Ciwan Mistefa ji ajansa Hewarê re axivî.
Ciwan Mistefa dibêje :
“Desteya Tenduristiyê di çarçoveya rewşa awarte de kar dike.
Plansaziyeke yekgirtî daniye, hemû nexweşxane û klînîk hatine amadekirin.
Gelek klînîkên gerok ji bo pêşwazîkirina birîndaran hatine amadekirin.
Her wiha welatî jî tên perwerdekirin .”
Desteya Tenduristiyê ev demek e ji bo peydakirina pêdiviyên xwe yên dermananan jî kar dike.
Ciwan Mistefa dawiyê tekez kir divê her kes ji aliyê manewî û tenduristî ve amade bin, alîkariya karmendên tenduristiyê jî bikin.