Matay Hena: Tirkiyê dixwaze DAIŞ’ê ji nû ve zindî bike

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena dibêje parastina herêmê erka hemû Sûriyan e û divê her kes bi erka xwe rabe.

Matay Hena derbarê gef û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ev tişt anî ziman:

”Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze herêmê dagir bike, demografiya wê biguhere û DAIŞ’ê ji nû ve zindî bike.”

Matay li ser amadekariyên wan ên ji bo êrişeke muhtemel li dijî herêmê jî got:

“Hêza me ne mîna ya berî 3 sala ye. Şervanên me ji şerên berê tecrube girtin. Me taktîkên tevgera xwe guherandin.”

Hena diyar kir ku parastina xaka Sûrî ne tenê li ser milê wane, divê hemû Sûrî li hember êrişan rabin.

Dawiyê de Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî teqez kir ku ew ê heta pêkanîna serkeftinê li ber xwe bidin.

Back to top button