Foruma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn wê sibê li Qamişloyê bê lidarxistin

7 sazî, rêxistin, yekitî û meclisên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi boneya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê amadekariyên lidarxistina Foruma Şoreşa Jinan dikin.
Forum sibê wê li Qamişloyê were lidarxistin û 2 rojan dewam bike.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê deriyên xwerêxistinkirin û avakirinê li pêş jinan vekir..

Di nava 10 salan de jinan bi berdêlên giranbuha desteftiyên dîrokî bi destxistin.

Di vê çarçoveyê de û ji bo nirxandina xebatên xwe yên 10 salan, dengvedana şoreşê û bandorê wê li cîhanê, dê jinên li herêmê li hev kom bibin..

Bi dirûşma ‘Bi hevgirtina jinan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û geş bikin’, dê foruma şoreşa jinan pêk were.

Foruma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn jî bi daxwaza 7 sazî û rêxistinên jinan jê:

Kongra Star

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûrî

Meclisa Jinan a Sûriyê

Komîteya Jinelojî

Yekitiya Jinên Suryan

Kombûna Jinan a Zenûbiya û Yekîneyên Parastina Jin.

Ev forum jî bi rasthatina salvegera 10. a şoreşa 19’ê Tîrmehê wê sibe li hola Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê bê lidarxistin.

Amadekariyên ji bo lidarxistina vê Forumê dewam dikin.

Menal Mihemed eşkere kir ku di her rûniştekekê de dê 4 xal bên nîqaşkirin, ew jî ev in:

Rengê jinan di şoreşê de, destkeftiyên jinan, nirxandina rewşa jinan beriya şoreşê û piştî şoreşê, birêxistinbûna jinan û divê di pêşerojê de çi bikin.

Endama komîteya amadekar eşkere jî kir ku nûnerên jin ên Kurd, Ereb û Suryan, pêkhateyên Rojhilata Navîn wê beşdarî Foruma Şoreşa Jinan bibin.

Gelek kes ji herêmên Rojhilata Navîn bi rêya sîstema online tev li forumê bibin.

Û da zanîn ew bi rêya lidarxistina vê forumê hewl didin, yekîtiya jinan li ser asta Rojhilata Navîn ava bikin.

Forum wê 22`yê Tîrmehê dest pê bike û 23`ê Tîrmehê bi encamnameyekê bi dawî bibe.

Back to top button