Sibe 4’ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocelan e. Bi vê boneyê ji semîner, daxuyanî, çandina daran û gelek çalakiyên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên lidarxistin.
Bi boneya rojbûna Rêber Ocalan û salvegera damezrandina YPJ’ê, li navenda Çand û Huner ya Mihemed Şêxo a li Qamişlo pêşengehek hat vekirin.
Bi dehan endamên saziyên sivîl beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê helbestvan Anahîta Sîno û Hesîna Ehmed çend helbest xwendin.
Dîsa li Qamişlo Kongra STAR, PYD, Meclisa Malbatên şehîdan û welatiyên wê dar li bexçeya şehîd Baran çandin.
Kesên beşdarî çandina daran bûbûn soza berxwedan û têkoşîna li ser rêya firkrên rêber APO dan.
- Amûdê
Li navçeya Amûdê jî bexçeyê şehîda Adar Çiya li bajaroka Tûbiz hate vekirin.
Malbatên şehîdan ên ku beşdarî vekirina bexçeyê bûn 400 dar çandin
- Dêrik-Tirbespiyê
Bi heman armancê li Dêrik û Tirbespiyê jî semîner derbarê rojbûna rêbertî de hat dayîn û sivizyonek hate pêşandan.
Di semîneran de behsa jiyana serokatî û têkoşîna wî hate kirin.
- Kobanê
Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê jî bi heman boneyê şahiyek ji zarokên şehîdan re lidar xist.
Di şahiyê de stran, şano û lîstok hatin pêşkêşkirin û diyarî li zarokan hatin belavkirin.
- Şehba
Meclisa Til Ritetê parkek bi navê Parka Rêber Apo vekir.
Li Parka Rêber Apo kesên axivîn rojbûna Rêber Ocalan pîroz kirin.
Piştre dar hatin çandin û govend hat gerandin.
- Helebê
Li taxa Şêx Meqsûd a Helebê jî Akadîmiya Şehîd Rêdûr hate vekirin.
Di vekirina akadîmiyê de malbata şehîd Rêdûr û bi dehan encamên saziyan û malbatên şehîdan amade bûn.
Li Dêra Zorê bi diruşmeya “Jidayikbûna Rêbertî zayîna jiyana azad e” welatiyan 450 şitilên daran çandin.