Ridwan El-Fîtûrî: Danûstandinên Lîbî li Tûnisê rê ji desthilata Ixwanî re vedike

Analîzvanê siyasî yê Lîbî Ridwan El-Fîtûrî hişyarî da ku danûnstandinên aliyên Lîbî li Tûnisê rê ji desthilata Ixwanî li Lîbyayê re vedike.

9’ê Mijdarê, li Tûnisê danûstandinên aliyên Lîbî bi serpereştiya Netewên Yekbûyî destpê kiribûn.

Ev danustandin heta îro jî dewam dikin.

Derbarê van danûstandinan de, Analîzvanê siyasî yê Lîbî Ridwan El-Fîtûrî ji ajansa Hawarê re axivî.

Ridwan El-Fîtûrî got ku danûstandinên aliyên Lîbî li Tûnisê, ne li gorî berjewendiyên gelê Lîbyayê tên rêvebirin.

El-Fîtûrî destnîşan kir ku ev danûstandin rê ji desthilata Ixwanî û serweriya Tirkiye û Qeterê ser Lîbyayê vedike.

El-Fîtûrî got, ti wateya avakirina hikûmeteke nû Lîbî nîne û tifaqên Tirkî û hebûna çeteyan li Lîbyayê dewam dikin.

Analîzvanê siyasî yê Lîbî Ridwan El-Fîtûrî diyar kir ku piraniya kesên ku di danûstandinên li Tûnisê de hatine vexwendin nûnertiya Qeter û Tirkiyê dikin.

Back to top button