Îro jî Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe bi tankan gundê Til Qirah ê Şehbayê topbaran kirin.
Dagirkeran ji baregehên xwe yên li bajarê Marê yê bakurê Helebê gundê Til Qirah ê girêdayî navçeya Ehdas a Şehbayê, topbaran kir.
Duh derengî şevê jî gundên Zor Mixar, Şiyûx a Jorîn û Mezreya Ehmed Munîr yên rojavayê Kobanê hatin topbarankirin.
Li hêleke din dagirkeran gundê Til Şeyîr û Werdiyê yên navçeya Zirgan û gundê Dirdara yên Til Temirê jî dan ber topan.