Rejîma Îranê bi tawana sîxurtiya ji Îsraîl û Amerîkayê re, kesek bi dar ve kir

Rejîma Îranê, Mehmûd Mûsewî Mecid bi tawana sîxurtiya ji Îsraîl û Amerîkayê, bi dar ve kir.

Li gorî Reutersê, rejîma Îranê îro Mihemed Mecid bi idiya ku cihê Fermandarê Feyleq El-Qudis Qasim Silêmanî destnîşan kiribû, bi dar ve kir.

Ajansa Îranê Irna jî diyar kir ku ev kes, agahî der barê pergalên ewlehî û cihên Pasdarên Îranê de didan Îsraîl û Amerîkayê.

Ajansê da zanîn ku rejîma Îranê her wiha hemû kesên ku xwepêşandanên bajarê Behbehanê bi rê xistibûn, girtin.

Berî niha jî nêzî 30 kesî bi tawana beşdarbûna xwepêşandanên Behbehanê hatibûn girtin.

Ev xwepêşandan li dijî darazên bidarvekirina 3 ciwanên ku di xwepêşandanên 2019’an de hatibûn girtin, rû dabûn.

Back to top button