Artêşa Tirk a dagirker îro mûşekek avêt geraca Roj a li taxa Cirnikê ya li bakur- rojhilatê Qamişlo, di encamê de 3 sivîl birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker îro di saet 10’an de mûşekek avêt bajêr û aniha sivîlên birîndar li nexweşxaneya Şehîd Xebat in.
Navên kesên birîndar jî:
Mihemed Xêr, Îbrahîm Colî (50) û Telal Sîno (40) ne.