Fermandarên QSD’ê: Ji bo ewlehîya herêmê divê welatî alîkarîya QSD’ê bikin

Fermandarên QSD’ê yên ku beşdarî qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê bûne, bang li şêniyên herêmê kirin ku ji bo ewlehî û aramîya herêmê pêk bê bi hevre tevbigerin.

Ji Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Elî Fûlaz diyar kir ku şêniyên herêmê beriya çend mehan banga têkbirina şaneyên veşartî yên li herêmê kirin û xwestin ku pêşî li çalakiyên terorîstan bê girtin.

Elî Fûlaz got “Şaneyên veşartî ku li herêmê kiryarên xerab dikin, yekser têkilîyan wan bi Tirkîyê re hene.”

Fermandar Ebû Fehid jî bang li rûspiyên eşîrên herêmê û şêniyên wê kir ku ji bo pêkhatina ewlehîya herêmê bi hêzên leşkerî yên li herêmê re alîkar bin.

Her wiha fermandar Mihemed Cibir jî bang li kesên bi ajandeyên derve re kar dikin, kir ku vegerin herêmên xwe got: “Sûriye ne cihê terorîstan ne, heke şêniyên wê bi yek bin û piştgiriya hêzên leşkerî bikin, ew ê hemû gefên li dijî herêmê têk bibin.”

Back to top button