Tirkiyê jimareke mezin a çeteyan li Misratayê kom dike

Ji bo êrîşa li ser bajarê Sirtê yê Lîbyayê, dewleta Tirk jimareke mezin a çeteyan li Misratayê kom dike û hîna jî mûşek û firokeyan jî dişîne Lîbyayê. Artêşa niştimanî teqez dike ku ew ji her tiştî re amade ne û ew ê parastina hemû bajarên Lîbî bikin. Her wiha ji bo destwerdana leşkerî ya Misirê li Lîbyayê jî, îro Parlemena Misirê dicive.

Di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî, amadekariyên leşkerî ji bo êrîşa li ser bajarê Sirtê dikin, berpirsyarê artêşa niştimanî ya Lîbyayê Xalid Mehcûb ragihand, ku artêş ji her tiştî re amade ye û wê parastina bajêr bike.

Mehcûb diyar kir ku dewleta Tirk ji bo vê êrîşê, jimareke mezin ku digihêje 19 hezar çeteyî, li bajarê Misratayê kom kiriye.

Ev amadekariyên dewleta Tirk, bi awayekî eşkere di ragihandina Tirkiyê de jî tên belavkirin.

Rojnameya ‘Milliyet’ a Tirkî eşkere kir ku Enqere mûşekên Seqarya ku hêza wan digihêje 40 km û li Sûriyê hatine tecrubekirin, şandine Lîbyayê.

Her wiha dewleta Tirk 2 firokeyên barhilgir ên leşkerî jî şandine baregeha Wetiya û bajarê Misratayê.

Mehcûb: Ji ber helwesta Misirê, Tirkiyê nikare êrîşî Sirtê bike

Li gorî Mehcûb, piştî helwesta Misirê û hişyariyên wê û piştî êrîşên li ser baregeha Wetiya, Tirkiyê hesabên xwe vedigerîne û gefên wê tevde vala ne.

Xalid Mehcûb dibîne ku Tirkiyê ti carî êrîşî Sirtê nake û ev amadekarî û şandina çek û çeteyan, tevde ji bo xurtkirina cihê xwe di danûstandinên navnetewî derbarê Lîbyayê de ne.

Misir: Destwerdana li Lîbya ji bo ewlehiya Misir û Ereban, gef e

Wezîrê derve yê Misirê Samih Şukrî teqez kir ku destwerdanên li Lîbyayê û veguhastina çetan, gefeke mezin li ser ewlehiya Misirê û ewlehiya niştimanî ya Erebî ye.

Îro Parlamena Misirê ji bo destwerdana li Lîbyayê dicive

Ji bo dengdana li ser destwerdana artêşa Misirê li Lîbyayê, biryar bû duh Parlemena Misirê biciviya, lê civîn bo îro hat bipaşxistin.

Li ser vê dengdanê, wekîlê Parlemenê El-Seyid El-Şerîf got:

Di rewşeke wisa de em hemû li dijî gefên ser welatê me yek deng in.

Cezayîr: Hin dewletan pabendiyên xwe binpê kirin

Di heman çarçoveyê de, duh serokê Cezayîrê Ebdil Mecîd Tebûn, pêşwaziya cîgira sekreterê giştî yê NY li Lîbyayê kir.

Li gorî daxuyaniya serokatiya Cezayîrê, herdu aliyan pêşketinên meydanî li Lîbya û hewldanên NY yên ji bo çareseriya aloziyê û destpêkirina danûstandinan li gorî biryarên peymana Berlînê, nîqaş kirin.

Serokê Cezayîrê diyar kir jî ku hin dewletan pabendiyên xwe yên li Lîbyayê binpê kirin û teqez kir ku ji bo çareseriya aloziya li vî welatî, peywendiyên wan ên rojane bi aliyên Lîbî re hene.

Back to top button