Li Lîbya şer: 27 mirî bêtirî 100 jî birîndar in

Li Lîbya piştî bêdengiya demekê, carke din li welat dengê çekan bilind dibe.
Li paytexta Lîbya Trablûsê şerên dijwar pêk tên.
Di nava 2 rojan de, 27 kes mirin û bêtirî 100 jî birîndar bûn.

Li paytexta Lîbya Trablûsê, di şerê 2 roj in dewam dike de, 27 kes mirin û 106 kes jî birîndar bûne.

Navenda Alîkarî û Piştevaniya Ewil a girêdayî dewletê derbarê şerê doh ê li Trablûsê de agahî dan.

Hat ragihandin ku di şerê ev 2 roj in dewam dike de, 27 kesan jiyana xwe ji dest daye û 106 kes jî birîndar bûne.

Heta niha nayê zanîn kuştî û birîndar sivîl in an jî çekdar in.

Li Terablûsê piştî şerê 2 rojan agirbest hat ragihandin

Doh li hin deverên paytextê di navbera “Rada”, Yekîneya Têkoşîna Dijî Sûc û Terorê ya di bin Serokatiya Konseya Serokatiyê ya Lîbyayê de û “Tûgaya 444” a girêdayî Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî de şer derketibû.

Rayedarên Lîbyayê ragihand ku şerê li başûrê paytext û herêmên Eyn Zarayê dewam dik.

Di derbarê sedema şer de ti daxuyanîyekê agahiyek fermî neda.

Di çapemeniya Lîbyayê de nûçe hatin belavkirin ku dema Yekîneya Sûc û Dijî Terorê “Rada” fermandarê “Tûgaya 444” Mahmud Hamza binçav kir, nîşaneya şer xuya kir.

Hikumeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê ragihand ku piştî şerê du rojan ên li paytext Trablûsê, agirbest hat ragihandin.

Serokwezîrê Lîbyayê Ebdulhamîd Dîbeybe bi navdarên herêma Sug el-Cuma ya Trablûsê re li hev kiriye ku fermandarê “Tûgaya 444” Mehmûd Hemza radestî “beşa bêalî” bike û agirbestê pêk bîne.

Di dema ku derbarê “beşa bêalî” ya mijara gotinê de tu agahî nehat dayîn, Wezîrê Ragihandin û Karên Siyasî yê Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî Welîd El-Lafî, diyar kir ku fermandarê “Tûgaya 444” Hemze hatiye binçavkirin.

Di 28’ê Gulanê de li paytext Trablûsê di navbera herdu aliyan de şerekî demkurt qewimîbû.

“Rada” û “Tûgaya 444” du komên çekdar ên herî bi hêz in, ku li rojavayê welêt tev digerin.

Li paytexta Lîbya şer: Zanîngeh hatin girtin

Back to top button