Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker wê li 6 navenda Kantona Cizîrê meş werin lidarxistin.
Însiyatîfa Gel banga tevlêbûna meşan kir.
Li gorî insiyatîfê, meşa li Qamişloyê wê saet di 12:00`an de ji Çerxerêya Sonî dest pê bike.
Li navçeya Amûdê jî dê meş saet di 12:00`an de ji ber Aada Jina Azad dest pê bike. Li navçeya Tirbespiyê meş wê
saet di 12:00`an de ji ber avahiya Meclisa Gel dest pê bike. Li navçeya Çilaxa jî meş ji ber Çerxerêya El Dela saet di
12:00`an de, li navçeya Girkê Legê ji ber Çerxerêya Şehîd Xebat saet di 11:00`an de û li navçeya Dirbêsipê saet di
11:00`an de ji ber Mizgefta Hecî Siltan dest pê bikin.
Însiyatîfa Gel banga tevlêbûna meşan kir.