Çalakiya greva birçîbûnê di meha sêyem de ye

Sê mehin bi biryardariyeke xurt girtî di greva birçîbûnê de ne.
Çalakiyên Nobetê yên li bajarên cuda jî heta niha dewam dike.
Çalakvanên nobet diyar kirin ku ji bo tecrîd têk biçe serhildana dayikan girîng e û banga mezinkirina piştevaniyê kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî di meha sêyem de ye.

Nobetên Edaletê yên bi armanca piştevaniyê jî bi serdanan dewam dike.

Nobeta Edaletê ya li Wanê di roja 81’ê de dewam kir.

Rêxistina DEM Partiyê ya Payizava û namzetên hevşaredariyê tevli nobeta bûn.

Li Amedê jî çalakiyê 79 roj li dû xwe hişt.

Aklîme Hanas a di çalakiyê de axivî, bal kişand se Nobeda Edaletê ku bi rojan e dewam dikin û got, ”

Heta ku birêz Abdulah Ocalan azad nebe dê çalakiyên me bidomin.

Bajarê Êlhê jî ev deme di nobetê de ye.

Heta niha jî bi biryardariyeke xurt çalakiya xwe didomînin.

Di nobetê de hat diyar kirin ku ji bo tecrîd têk biçe serhildana dayikan girîng e û banga mezinkirina piştevaniyê hat kirin.

Her wiha çalakiya li bajarê Mêrdînê li Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) serdanan didome.

Dayikên Aştiyê ji Botanê serdana çalakiya li Mêrdînê kirin.

Dayikan daxwaza rakirina tecrîd û azadiya rêber Apo kirin.

“Ger em daxwaza demokrasiyê bikin, divê pêşî tecrîd bê şikandin”

Li aliyekî din di çarçoveya pêvajoya heyî de ji bo azadiya rêber Apo dê sibe “Mitînga Azadî û Demokrasiyê” li Esenyurtê bê lidarxistin.

Endama Meclisa Partiyê ya DBP’ê Nûrten Karagoz banga tevlîbûna li meşê kir û wiha anî ziman:

Tiştên ku di qadên aborî, jin, perwerde û tenduristiyê de diqewimin rengevdanên tecrîdê ne.

Ji bo şikandina tecrîdê gelek çalakî didomin.

Em dizanin ku ger em li vî welatî daxwaza demokrasiyê bikin, divê pêşî ev tecrîd bê şikandin.

Ji bo vê divê her kes û gelê ku li vî welatî dijî, ol, ziman û baweriya xwe çi dibe bila bibe, beşdarî mitîngê bibe û piştgiriyê bide mitîngê.

Çalakiya Greva birçîbûnê di roja 89’an de ye

Back to top button