Ev 4 meh in ti agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Ev 4 meh in Rojnamevan Silêman Ehmd ji aliyê PDK’ê ve hatiyê revandin.
Tevî hemû bangan jî PDK’ê nahêle ti kes hevdîtinê li gel wî bike.

Silêman Ehmed rojnamevanekî ji rojavayê Kurdistanê ye.

Erka wî di ajansa Rojnews’ê edîtorê beşa erebî bû.

Silêman roja 25 Cotmehê dema xwest di deriyê Pêş Xabûr re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û 123 roj in agahî jê nayê girtin.

parêzerê Silêman Ehmed diyar kir ku Ji dema revandina Silêman Ehmed ve, me hewl da ku em wî bibînin û dosyeya wî bixwînin lê asayişa Dihokê rê nedan ku Silêman bibînin.

Ev 122 roje agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button