Dêrezor-Partiya Sûriya Pêşerojê civînek li dar xist

Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêra zorê bi civînekê rewşa siyasî û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand.

Cvînê li avahiya Meclisa Herêma Rojhilat a bajarokê Hecînê li dar ket.

Di civînê de serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El Mihbaş axivî û wiha got:

“Civînên Soçiyê, Astanayê krîza Sûriyê di aliyên siyasî, leşkerî û aborî de kûrtir kirin û ew civîn nûnertiya vîna gelê Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê nakin.

Di dema lidarxistina civîna Astanayê ya dawî, dewleta Tirk a dagirker Minbic û Şehba topbaran kir.

Ev nîşaneya erêkirinê êrişên tirk dike û civata navneteweyî tu helwest nîşan neda.

“Modela Rêveberiya Xweser dikare kirîza Sûriyê çareser bike”

El Mihbaş anî ziman ku bi awayekî berdewam Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD’ê tê armanckirin,

Her kes jî, dizanin ku dê çareseriya krîza Sûriyê bi rêya modela Rêveberiya Xweser be.

Ji ber ku Rêveberiya Xweser hewl dide bi rêya diyaloga sûriyeyî kirîzê çareser bike, ji lew re tê hedefgirtin.

Beşdaran jî gotin, gelê herêmê amade ye bi awayekî aktîf bixebite da ku Sûriyeke siyasî û aborî bi rêya yek-kirina hewldan û geşkirina hevkariyê ava bike.

Back to top button