Li Hawaîî hejmara miriyan ji 100 derbas kir

Li Hawaîî hêjmara kesên ku di şewata daristanê de jiyana xwe ji dest dane ji sedî derbas kir.
Heta niha jî beşek ji herêma şewitî nehatiye lêkolîn kirin.
Li aliyê din Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku ew ê serdana herêma şewitî bike.

Di şewata daristanên ku li eyaleta Hawaîî ya DYA’yê de hejmara miriyan 100 derbas kir.

Waliyên Hawaîî diyar kirin ku ew li hemberî windahiyeke wiha mezin di nava êşeke mezin de ne.

Rayedaran diyar kirin ku heta niha ji 3’yan, 2 beşên herêmê hatiye lêkolîn kirin.

Her wiha di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de tenê 4 kes hatine tespîtkirin.

Ji ber şewata ku di 8’ê tebaxê de dest pê kiribû bi taybetî bajarê dîrokî Lahaina ku nifûsa wê 13 hezar e ziyaneke mezin dît.

Navenda bajêr ku kolanên wê dişibin qada şer, di şewatê de bi temamî hilweşiya.

Tê çaverêkirin ku Serokê Amerîkayê Joe Biden di demeke nêzîk de serdana herêma şewitî bike.

Biden diyar kir ku ew û hevjîna xwe dê di zûtirîn demê de herin Hawaii.

Her wiha Biden soz da welatiyan ku ew ê piştgiriyan pêywîst bide mexdûrên şewatê.

Şewatên Hawaîî: 99 kes mirine, 1300 kes winda ne

Back to top button