Nexweşxaneya Avrîn tê sererastkirin

Heya Sor a Kurd ya li Şehbayê, dest bi karê sererastkirin û firehkirina Nexweşxaneya Avrîn kir.
Tê payîn sererastkirin heta 60 rojan dewam bike.

Di encama erdeja 6’ê Sibatê de, xisar bi Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafîn a Şehbayê jî bû.

Heyva Sor a Kurd dest bi sererastkirin nexweşxaneyê kir.

Xebatên sererastkirinê dê heta 60 rojan dewam bikin.

Li gorî rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn, di dema sererastkirinê de nexweşxane dê tenê emeliyatên lezgîn bike.

Emeliyatên din jî dê bimînin piştî bidawîbûna sererastkirinê.

Back to top button