Şandeya Iraqê ji bo lêkolîna êrişa ser balafirxaneyê gihişt Silêmaniyê

Şandeya Iraqê ji bo lêkolîna êrişa ser balafirxaneyê çû Silêmaniyê ye û serdana cihê bûyerê kir.
Serokkomarê berê yê Iraqê Dr. Berhem Salih diyar kir ev êriş binpêkirina serweriya welat û berevajiyê yasayên navnetewî ye
Parlamenterê Iraqê Soran Umer jî anî ziman îstîxbarata Tirk herêm veguherandiye cihekî ne aram

Ji bo lêkolînkirina êrişa li ser balafirxaneya Silêmaniyê, şandek Ewlekariyê ya Iraqê bi serokatiya şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê çû Silêmaniyê

Şande piştî gihişt Silêmaniyê li balafirxaneyê serdana cihê bûyerê kir.

Hat ragihandin piştî lêkolînan şande bi serokê YNK’ê Bafil Talebanî re bicive.

Berhem Salih: Êriş binpêkirina serweriya welat e

Li aliyê din têkildarî êrişê Serokkomarê berê yê Iraqê Dr. Berhem Salih li ser twîtterê peyamek belavkir.

Berhem Salih destpêkê êriş bi tûndî şermezar kir û got;

“Ti hêcetek ji bo lêdana saziyek sivîl ya xizmetguzariyê nîne.

Ev êriş binpêkirina serweriya welat û berevajiyê yasayên navnetewî ye.”

Soran Omer: Îstîxbarata Tirk Herema Başûr veguherand cihekî ne aram

Parlamenterê Iraqê Soran Umer jî derbarê êrişa duh a li ser balafirxaneya Silêmaniyê, li ser malpera xwe ya tora civakî peyamek belavkir.

Soran Umer da zanîn ku ji bo Tirkiye bizane Silêmanî arame yan na, bila ji kargehên Tirkiyê bipirse û got:

“Îstîxbarata Tirkiyê Herêma başûr, taybet jî Silêmaniyê veguherandiye herêmek ne aram.

Back to top button