Destê Almanan ji Enerjiya Nukleerî nabe

Li Ewropa hîna jî beşeke zêde ya welatan santralên nukleerî ji bo bidestixstina enerjiyê bikar tînin. Almanya jî yek ji van welatan e. Her çiqasî rêveberiya Berlînê beriya niha piraniya santralan girtibe jî hîna 3 ji wan bikar tîne. Ji biryara girtina van rejî li nava welat ji sedî 59 nerazî ne.

Almanya xwe amade dike sibê bi girtina sê santralên xwe yên nukleerî xatir ji enerjiya nukleerî bixwaze.

Lê li gorî rapirsiyên ku li Almanyayê derketiye holê piraniya welatiyên Almanyayê vê biryar şaş dibînin.

Rapirsiya ku ji aliyê saziya weşanê ya giştî ya Alman ARD’ê ve hatiye kirin berteka welatiyan ya li dijî biryarê radixe ber çavan.

ARD’ê diyar kir ku di rapirsiya navbera 11-12’ê Nîsanê de bi giştî hezar û 204 hilbijêr beşdar bûne.

Li gorî vê, ji sedî 59’ê welatiyên Almanya difikire ku destberdana ji enerjiya nûkleerê biryareke şaş e.

Lê ji sedî 34 piştgiriyê didin vê pêngavê.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku di rapirsiya 13 sal berê hat kirin de rêjeya kesên ku piştgirî didan rawestandina enerjiya nukleerî ji sedî 62 bû.

Bi rapirsiya nû re nêrîna welatiyan ya li ser mijarê çiqas hatiye guhertin derketiye holê.

Alîgirên muxalifet û desthilatê jî wekhev nafikirin

Balkêşe ku di nava dengdêran de ji sedî 82’ê alîgirên Partiya Keskan û ji sedî 56 jî yên Partiya Sosyal Demokrat piştgirî didin plana hikumetê ya ji bo destberdana ji enerjiya nukleerî.

Lê ji sedî 83 alîgirên partiyên Yekîtiya Xirîstiyan û ji sedî 81 alîgirên partiya Alternatîf ji bo Almanyayê li dijî vê pêngava derdikevin.

Ji sedî 65’ê alîgirên Partiya Demokrat a Azad jî biryara hikumetê şaş dibînin.

Back to top button