Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 6 şervanên xwe eşkere kirin.
HPG’ê diyar kir şehîdan heta dawiyê milîtaniya PKK’ê temsîl kirin û li ber êrişên dijmin rabûn û got:
“Hevrêyên me bûn temînata paşeroja azad a gelê me, di têkoşîna azadiyê ya gelê me de wê timî bêne bîranîn û pêşengiyê ji vê têkoşînê re bikin”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 6 şervanên xwe yên ku di sala 2017’an de şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê têkildarî gerîlayên ku şehîd bûne ev agahî parve kirin:
“Sala 2017’an bi pratîka şer a giran û berxwedana bi heybet a li dijî dijmin mohra xwe li dîroka me ya têkoşînê xist.
Di vê pêvajoyê de ku dijmin îmha ferz dikir û li hemberî vê yekê jî milîtanên Apoyî bi îradeyeke mezin şer kirin.
Her wiha hevrêyên me li qada ku lê man heta dawiyê milîtaniya PKK’ê temsîl kirin û li ber êrişên dijmin rabûn.
Hevrêyên me Dilşad, Qehreman, Egîd, Agir, Nûman û Che Gûevera sala 2017’an di dem û cihên cuda de di êrişên dijmind e şehîd bûn. ”
Di serî de ji malbatên hêja yên şehîdan re HPG’ê sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re xwest û got:
“Hevrêyên me bûn temînata paşeroja azad a gelê me, di têkoşîna azadiyê ya gelê me de wê timî bêne bîranîn û pêşengiyê ji vê têkoşînê re bikin.”
Li gorî daxuyaniya HPG’ê nasnameyên şehîdan wiha ne:
Nasnav: Dilşad Gever
Nav paşnav: Dogan yaşar
Cihê jidayikbûnê: Nînova
Navê Dê: Mihriye
Navê Bav: Suleyman
Dem û cihê şehadetê: 2017, Herêmên Parastinê yên Medyayê
Navê Bav: Hesen
Navê Bav: Zekeriya
Navê Bav: Dûrmûş
Navê Bav: Ziya
Navê Bav: Mehmet