Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata Gerîlayê şehîd Qehreman Amanos re xwest û bal kişandin ser girîngiya esas-girtina felsefeya Rêber Abdullah Ocalan.
Gerîla Elî Hisên bi nasnav Qehreman Amanos 8’ê Nîsana 2017’an li herêma Zapê şehîd bû.
Ji bo sersaxiya malbata şehîd, kon li gundê Til Hebeş ê navçeya Amûdê hat vedan.
Bi sedan şêniyên Qamişlo, endamên saziyên sivîl, Kongra Star û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan berê xwe da konê sersaxiyê.
Di merasîmê de, Kesên axivîn şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.
Di axaftinan de, rola tevgera azadiya Kurdistanê hat ziman û ev tişt hat gotin: Di dîrokê de, gelê Kurdistanê bi destê dijmin, di gelek komkujiyan re derbas bû.
Lê bi hatina felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gel ji qirkirin, asîmîlekirina ziman û dîroka hebûnê hatin rizgarkirin.
Soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn û ev tişt hat gotin: Divê em zarokên xwe li ser felsefeya Rêber Ocalan mezin bikin, da ku tevli nava têkoşîna azadiya Kurdistanê bibin.
Dawiyê wesîqeya şehîd Qehreman Amanos hate xwendin û radestî malbatê hat kirin.