Li Cadeya Îstîklalê ya Stenbolê 13’ê mijdara 2022’an, êrişa bombeyi pêk hatibû, 6 kesan canê xwe ji dest dabû û 81 kes jî birîndar bûbûn. Dewleta Tirk xwest bi hinceta teqîna li Stenbolê dagirkeriya xwe li ser rojava rewa bike. Di medyayê de hate belavkirin ku ji ber îdaeyên Ahlam Al-bashir a bi hinceta gumanbara teqîna Taksîmê hatiye girtin, di navbera Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Dadê de krîz derketiye.
Li Cadeya Îstîklalê ya Stenbolê 13’ê mijdara 2022’an êrişeke bombeyi pêk hatibû.
Di encama teqînê de 6 kesan jiiyanan xwe ji dest da û 81 kes jî birîndar bûbûn.
Di çarçoveya lêpirsîna hatibû birêvebirin de, Ahlam Al-bashir jî di nav de 17 kes hatibûn girtin.
Xwestin teqîna Stenbolê bixin stûyê QSD’ê de
Piştî êrişê Wezareta Karên Navxweyî û Midûriyeta Giştî ya Polîsan îdea kiribû ku Ahlam Al-bashir bi ser Efrînê re hatiye Tirkiyê.
Midûriyeta Polîsên Stenbolê tevî hemû israran jî, îfadeya Albashir bi rojnamevanan re parve nekiribû.
Lê belê hat gotin piştî Ahlam Al-bashir tê binçavkirin, êşkence lê tê kirin.
Tevî zextan Albashir dibêje ew ne ji Efrînê, ji bajarê Idlibê yê Sûriyê ye û bi ser Hatayê re hatiye Tirkiyê.
Bi vê yekê re, daxuyaniyên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û emniyete derewandibû.
Rayedarên dewleta Tirk îddîa dikirin ku ev teqîn QSD’ê pêkanîye.
Derewên Suleyman Soylu aşkere bun
Rojnameya Sabahê ku nêzî îktidarê ye, beşek îfadeya Al-bashir weşand.
Di nûçeyê de hat gotin ku Albashir li emniyetê wiha axivî ye:
“Muhammed di Artêşa Sûriyê ya Azad de fermandarê paye bilind e û di êrişa DAIŞ’ê de birîndar bûye.
Wê demê gorî hat gotin, Muhammed birayê Ahlam Al-bashir e.
Bi vê yekê re derewên Soylû û emniyete ku digotin Albashir endama YPG’ê ye deşîfre bû û rastî derkete holê.
Piştî nûçeya rojnameya Sabahê hat weşandin, Halk TV jî bi nûçeyekê got, di navbera Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Dadê de rageşî qewimiye.
Li Edliyeya Stenbolê hin nivîskarên ku tê gotin agahî belav kirine, cihê wan hatiye guhertin.
Hêjayî gotinê ye ku Al-bashir ev 22 heftene, di girtîgeha Silîvriyê de tê ragirtin.