Ehlam El Beşîr: Ti Eleqeya min bi YPG’ê re nîne

Ehlam El Beşîr a ku ji ber teqîna Stenbolê hatibû girtin diyar kir ku ti eleqeya wê ji YPG‘ê nîne û jê re hatiye gotin ku di çentê wî de heşîş heye.
Her wiha 17 kes ji ber teqînê hatin girtin.

Ehlam El Beşîr û 16 kesên din ên ji ber teqîna li Kolana Îstiklalê hatibûn binçavkirin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin û 28 kes jî serbest hatin berdan.

Ji ber teqîna li Stenbolê 17 kes hatin girtin

Ehlam El Beşîr ku ji ber teqîna li Kolana Îstiklalê ya Taksîmê hatibû binçavkirin tevî 48 kesên hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya wan ji aliye dadgeha dewleta Tirk a dagirker ve hate girtin ji wan tevî Ahlam 17 kes hatin girtin.

Her wiha 31 kes jî hatin berdan.

Ehlam El Beşîr: Ji min re hate gotin ku çentê te de heşîş heye

El Beşîr li dozgeriyê îdiaya ku di lêpirsîna nefermî ya li midûriyeta polîsan ku hatibû gotin YPG’î ye û bombe teqandiye derewand.

Ehlam El Beşîr diyar kir ku ti eleqeya wî YPG’ê nîne jê re hatiye gotin ku di çentê wê de heşîş heye.

Back to top button