Duh li bajarê Silêmaniyê 4. Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan hate vekirin.
Nûnerên çapxaneyên Rojavayê Kurdistan û Bakurê Kurdistanê ên tevlî bûn axivîn.
Rêveberê çapxaneyek Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku PDK’ê rê neda karmendên çapxaneyê derbasî Başûr bibin.
Bi sedan çapxane û pirtûkanên navxweyî û dervey welat tevlî bûn..
Tevî astengiyan jî çapxaneyên Rojavayê Kurdistan û Bakurê Kurdistanê tevlî pêşangehê bûn.
Weşanxaneyên Rojavayê Kurdistanê tevlî bûn
Rêveberê Çapxaneya Ava ku çapxaneyak Rojavayê Kurdistanê ye, Şêrzad Xusrew axivî û got :
“Dema me xwest weke Çapxaneya Ava ji Kobanê tevlî pêşangehê bibin, PDK’ê weke her carê nehişt ..
Nehiştin hin pirtûk û karmendên çapxaneyê jî derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.”
Tê payîn Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan 10 rojan vekirî bimîne.