Sibe 4. Pêşangeha Navnetewî ya Silêmaniyê a Pirtûkan tê vekirin, weşanxaneya Şilêr ya Rojavayê Kurdistanê tevî astengiyan jî, pirtûkên xwe gihand pêşangehê.
Wê zêdetirî 200 navendên belavkariyê û weşanxane ji 20 welatên cîhanê tevlî bibin.
Weşanxaneya Şilêr ya Rojavayê Kurdistanê jî bi fermî ji bo pêşengehê hatibû vexwendin, Asayîşa PDK’ê û rêveberiya deriyê Pêş Xabûr yê di bin kontrola PDK`ê de, destpêkê nehişt ku Weşanxaneya Şilêr derbasî Başûrê Kurdistanê bibe.
Lê gorî agahiyan weşxaneya Şilêr niha berhem û pirtûkên xwe gihandiye pêşangeha Silêmaniyê.
Her wiha weşanxaneya Şilêr bi 35 navnîşanên cûda û zêdetirî 2 hezar û 200 pirtûk tevlî pêşangehê dibe.
Tê payîn 10 rojan pêşangeh vekirî bimîne.