Hûsiyan bang li Amerîka û Îngîlîstanê kir

Hûsiyan piştî êrîşên Amerîka û Îngîlîstanê li Yemenê hin gavan davêje.
Hûsiyan bang li Amerîka û Îngilîstanê kir ku keştiyên xwe yê şer li Behra Sor vekişîne.
Her wiha Hûsiyan ji karmendên Amerîkî û Îngîlîzî ku di rêxistinên navneteweyî de dixebitin mehekê dem da ku li Yemenê biterikînin.

Li gorî nûçeya ajansa SABA ya Hûsiyan, Endamê Meclîsa Bilind a Siyasî ya Hûsiyan Mihemed Elî El-Hûsî di merasîma leşkerî ya li Sanayê de axivî.

Hûsî diyar kir ku hebûna Amerîka û Îngilîstanê li Behra Sor ne ji bo parastina keştiyên navneteweyî ye.

Hûsî destnîşan kir ku divê Amerîka fêm bike ku dema Hûsiyan herêmên di bin kontrola Hûsiyan de bombebaran dike û dibêje ku ew di xweparastinê de ne, ji wê natirsin û wiha got:

Hûsiyan: Divê Amerîka û Ingîlîstan keştiyên xwe yê şer vekişîne

“Her keştiya ku li dijî gelê Yemenê bixebite dê binav bibe. ”

Hûsî da zanîn ku gefên Amerîka û Îngilîstanê bêkêr in û bang li wan kir ku “keştiyên xwe ji Behra Sor vekişînin”.

Hûsî her wiha bang li DYA û Îngilîstanê kir ku ji bo rawestandina êrîşan û rakirina dorpêça li ser Xezayê ji serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re araste bikin û ev yek wekî “rêya rast” bi nav kir.

Hûsiyan ji kesên rêxistinên navneteweyî dixebitin xwest li Yemenê biterikînin

Karmendên Amerîkî û Înglîzî yên ku li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên din ên navneteweyî yên li herêmên ku li Yemenê di bin kontrola Hûsiyan de ne dixebitin mehek dem hat dayîn ku welêt biterikînin.

Di nameya ku li ser medyaya civakî hat parvekirin de hat diyarkirin ku divê karmend di dawiya vê mehê de derkevin.

Rayedarekî Neteweyên Yekbûyî wergirtina nameya navborî piştrast kir û got:

“Netewên Yekbûyî û hevkarên wê bersiva xwe ya li hember vê rewşê û gavên ku dê paşê bavêjin dinirxînin.”

Ev geşedan piştî êrîşên asmanî yên hevbeş ên Amerîka û Înglîstanê ku vê mehê li dijî Hûsiyan pêk anîn, hat.

DYA û Îngilistanê êrişî deverên Husiyan kirin

Back to top button