Meclisa Tenduristiyê ya Helebê hedefgirtina nexweşxaneyan şermezar kir

Meclisa Tenduristiyê ya Helebê êrişê şeremzar kir û bang li hemû aliyên mirovî kirin ku li dijî êrişan bi erkên xwe rabin.

Meclisa Tenduristiyê a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li pêş Nexweşxaneya Xalid Fecir li ser êrişa dijî Nexweşxaneya Til Rifetê daxuyaniek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Êrişên dewleta Tirk a dagirker piştî hilbijaratinan li dijî herêmê zêde bûne.

Li beramberî wê jî, civaka navneteweyî bêdeng e.”

Di daxuyaniyê hate diyar kirin ku li gorî qanûnên navneteweyî hedefgirtina saziyên ku xizmeta gel dikin, qedexe ye.

Meclisê bang li hemû saziyên mirovî û hiqûqî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û li dijî êrişan bi erkên xwe yên mirovî rabin.

Şêniyên Dêrikê û Amûdê tecrîd û êriş şermezar kirin

Back to top button