Şehîd Ferhad Dêrik bi merasîmekê li bajarê Reqayê hate bi bîranîn.
Merasîman ji hêla Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Suriyê ve pêk hat.
Îro Duşemê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Reqayê merasîmek ji bo bîranîna şehîd Ferhad Dêrik li dar xist.
Merasîma bîranînê bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser, Hêzên Sûriya Demokratît, Meclisa Sûriya Demokratîk û nûnerên partiyên siyasî, sivîl û malbatên şehîdan dest pê kir.
Ji beşdaran, li ser navê Rêveberiya Xweser, Meclîsa Malbatên Şehîdan û malbata şehîd Ferhad Dêrik axaftin hatin kirin.
Piştî axaftinan, helbesteke sersaxiyê ji bo şehîdan hat xwendin.
Her weha di merasîmê de, li ser jiyana şehîd Ferhad Dêrik sinefîszyonek hat pêşandan.