Salvegera 1. a şehadeta Ferhad Dêrik

Îro salvegera şehadeta Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Ferhad Dêrik û Gerîla Sema e.
Li Qamişlo û Helebê bi çalakiyên cuda Ferhad Dêrik û Sema Yuce hatin bibîranîn.
Şêniyên Amûdê gerîlaya şehîd Axîn Amûdê ku di 12’ê Îlona 2022’an li çiyayên Kurdistanê di êrişên dagirkeriya Tirk şehîd bû, bi bîr anîn.

Di 17’ê Hezîrana 2022’an li Başûrê Kurdistanê alafirek bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeyek kir hedef.

Di encamê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ferhad Dêrik şehîd bû.

Îro salvegera yekemîn a Şehadeta Ferhad Dêrik e.

Şêniyên Qamişlo bi merasîmekê Ferhad Dêrik bi bîr anî

Şêniyên Qamişlo di salvegera Şehadeta Hisên Şiblî bi nasnav Ferhad Dêrik merasîmek bîranînê li dar xistin.

Merasîm li Goristan Şehîd Xebat Dêrik pêk hat.

Di merasîmê de, malbata şehîd Ferhad Dêrik, nûnerên ji Rêveberiya Xweser, sazî û meclisên sivîl û xelkê herêmê amed bibûn.

Di merasîmê de dayîka şehîd Ferhad Dêrik, yadê Şêrîn axivî.

Li Helebê şehîd Sema Yuce hat bibîranîn

Her wiha 17’ê Hezîrana 1998’an Sema Yuce jî şehîd bû.

Bi boneya salvegera 25’emîn a şehadeta Sema Yuce, Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê li taxa Şêxmeqsûd civînek li dar xist.

Di civîna de, endama Kongra Star Zeyneb Efrîn axivî û behsa rêwîtiya tekoşîna Şehîd Sema Yuce kir.

Zeyneb Efrîn bi bîr xist ku Sema Yuce di şeva Newroza 1998’an li girîgeha Canak Keleh, agir berda bedena xwe û bi girînî birîndar bû û bi vê yekê ji faşîmza Tirk re ragihand ku nikarin îradeya wê bişkînin.

Dawiyê, Zeyneb Efrîn soza şopandina xeta şehîd Sema Yuce da.

​​​​​​​Amûdê-Şehîd Axîn Amûdê bi merasîmekê hat bibîranîn

Li navçeya Amûdê jî merasîmên bîranîna Şehîdan hebûn.

Şêniyên navçeyê gerîlaya şehîd Axîn Amûdê bi merasîmekê bi bîr anîn.

Gerîlaya pêşeng a Navenda Çapemeniyê ya YJA-Starê û Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê Dilsoz Hebîb binasnav Axîn Amûdê 12’ê Îlona 2022’an li çiyayên Kurdistanê di êrişên dagirkeriya Tirk şehîd bû.

Di bin kon de, kesên axivîn berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker silav kirin û gotin:

Ew bi şehadeta Axîn serbilind in û dê rêya şehîdan bişopînin.

Dawiyê Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehadetê ya şehîd Axîn xwend û radestî malbatê kir.

Back to top button