Artêşa Tirk a dagirker li dijî Gerîla sûcê şer didomîne

Dewleta Tirk a dagirker ku li pêşberî berxwedana gerîlayan têk diçe rojane sûcên şer didomîne.
HPG’ê ragihand artêşa Tirk a dagirker careke din 3 caran bi bombeyên qedexekirî û 7 caran bi çekên kîmyewî li dijî qadên gerîla êriş pêk anîn.

Artêşa Tirk a dagirker ku bi mehane êrişî başûrê Kurdistanê dike rojane derbên giran dixwe.

Artêşa dagirker ya ku li pêşberî berxwedana gerîla têk diçe û nikare encamê bi dest bixîne, di van du mehên dawiyê de hema bêje rojane bi çekên kîmyewî êrişî qadên gerîla dike.

Heta niha di encama êrişên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî de bi dehan gerîla şehîd bûne.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker û berxwedana gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kir;

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 1’ê Mijdarê li Qada Saca herêma Zapê tîmên bi tevger bi çekên giran derb li hêzên dagirker xistin.”

HPG’ê ragihand artêşa Tirk a dagirker êrişên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî jî didomîne û ev agahî parve kir;

“Artêşa dagirker 1’ê Mijdarê 3 caran bi bombeyên qedexekirî, 7 caran bi çekên kîmyewî, 48 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran qadên gerîla bombebarankirin.

HPG’ê nasnameyên 5 Gerîlayên şehîd eşkere kir

Li aliyê din HPG’ê nasnameyên 5 gerîlayên bi navê Rêvan Pîro Dilşad, Xwînda Dilbirîn, Êrîş Bawer, Reşit Kiçî û Mem Alan ku di mehên Hezîran û Tebaxê ya 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne eşkere kir.

HPG’ê ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Back to top button