“Aktîvkirina rola rewşenbîran di rewşa heyî de”

Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Rêvevberiya Xweser bi navê “Aktîvkirina rola rewşenbîran di rewşa heyî de” panelek li Qamişlo li dar xist.

Bi dehan rewşenbîrên ji herêma Cizîrê, endamên saziyên sivîl, Yekitiya Ragihandina Azad û partiyên siyasî beşdarî panelê bûn.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd bal kişand ser gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û got:

“Ev êrişên dewleta Tirk ne tenê li ser kurdan e, heman demê li ser tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji Ermen, Çerkes, Suryan, Ereb û Kurd e.”

Dagirkeriya Tirk rasterast gefên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û li herêmên dagirkirî sûcan pêk tîne.

Armanca ew e yekitiya xelkê herêmê têkbibe..”

Ji bo rola rewşenbîran jî hat gotin divê ew aktîvtir bin û ji bo xurtkirina yekitiya gelan û pêşxistina zihniyeta civakî di aliyê zanistî û exalqî de kar bikin..

Her wiha ji rewşenbîran hat xwestin ku destkefiyên şoreşê biparêzin.

Back to top button