Almanya wê êrişa DAIŞ’ê ya li ser Êzdiyan weke jenosîd nas bike

Li Almanyayê, Meclisa Federal xwe amade dike ku sûcên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Êzidiyan weke jenosîd nas bike.

Partiya Sosyal Demokrat (SPD), Keskan û Partiya Demokratîk a Azad (FDP) di koalîsyona li Meclisa Federal a Almanyayê de, bi însiyatîfa hevpar a bi partiyên Yekîtî yên mûxalefetê re, xwe amade dikin ku sûcên DAIŞ’ê yên li dijî Êzidiyan kirine weke qirkirinê qebûl bikin.

Li gorî nûçeya rojnameya Frankfurter Allgemeine (FAZ) komên meclîsê yên van partiyan wê hefteya bê di vî warî de pêşniyareke hevpar pêşkêşî meclisê bikin.

Parlamentera SPD’ê Derya Turk-Nachbaur ji rojnameyê re axivî û got,

“Bi naskirina van sûcên îslamî re em ê jî piştgiriyê bidin têkoşîna wan a ji bo dengbêjî û edaleta dîrokî ya kesên li paş xwe mane.”

Di pêşnûmeya ku tê de, “Meclisa Almanyayê serî li ber qurbaniyên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li Iraq û Sûriyê hatine kuştin ditewîne de” wiha hate gotin:

“Êzîdî, Xirîstiyan, Misilmanên ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe didin, ligel kêmîneyên etnîkî û olî yên din, qurbaniyên şer û tawanên li dijî mirovahiyê ne.”

Di pêşnûmeyê de tê gotin, çeteyên DAIŞ xwestine bi taybet civaka Êzidî tine bikin.

CDU: Divê sûcên dîrokî bêne lêkolînkirin

Parlamenterê Yekitiya Demokratên Xiristiyan (CDU) Michael Brand jî ji rojnameyê re got,

“Girîng e ku Almanya ne tenê qirkirinê nas bike, di heman demê de beşdarî lêkolîna sûcên dîrokî û parastina çand û ola Êzidiyan a neteweyî bibe.”

Türk-Nachbaur her wiha destnîşan kir ku “tenê ger kujer bên definkirin, kujer bên cezakirin û kesên winda bên dîtin, edalet pêk tê.”

Pêşnûme ji aliyê Komîsyona Daxwazanameyê ve hate qebûlkirin

Meclisa Federal bi biryara Komîsyona Daxwaznameyan ku havîna borî hatibû qebûlkirin, îşaret kiribû ku ew ê sûcên li dijî Êzidiyan weke jenosîd qebûl bikin.

Di daxwaznameya ku ji aliyê komîsyonê ve hat qebûlkirin de, hat xwestin ku êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Êzidiyan weke qirkirin bên qebûlkirin.

Dema ku çeteyên DAIŞ 3’ê Tebaxa 2014’an de êrişî Şengalê kir, êzidiyên ku bi sedsalane li herêmê jiyan dikin, kuştin.

Zarok ji bo xwe teqandinê perwerde kirin, jin û keç kole dikirin.

Bi dehezaran êzidiyên ku wê demê hewl dan birevin jî koçber bûn.

Back to top button