Luiz Inacio Lula: Hinek polîsan di serdegirtinê de hevkarî kiriye

Serokê Brezîlya Lula ji bûyera serdegirtina avahiyên dewletê polîs tewam barkir û got: Hin polîs û leşker di êrişa alîgirên Bolsonaro ya li ser Kongreya Netewî de, hevkarî kirin e.

Serokê Brezîlya Luiz Inacio Lula da Silva diyar kir ku ew dixwazin dîmenên serdegirtina Kongre, Koşka Serokomariyê û Dadgeha Bilind bibînin.

Lula: Hinek polîsan di serdegirtinê de hevkarî kiriye

Lula destnîşan kir ku gelek hevkar hene û got:

Rê ji bo van kesên (alîgirên Bolsonaro) hatiye dayîn ku bikevin avahiya Koşka Planalto.

Ketina avahiyê ji wan re hatiye hêsanînkirin.

Lula bal kişand ser alîgirên Bolsonaro yên di hundirê Koşka Serokomariyê de û diyar kir ku koşk tijî alîgirên Bolsonaro ye û divê ev yek bi kesên kariyerê re were saz kirin.

Serokê Brezîlya destnîşan kir ku erka artêşê bi Destûra Bingehîn hatiye diyarkirin û got,

“Tişta ku ez ji wan dixwazim ew e ku bi awayekî herî baş erka xwe pêk bînin.”

Li gor îdiayên di medyaya herêmî de, hin leşker û polês bi qestî li ketina Kongre, Koşka Serokomariyê û Dadgeha Bilind a alîgirên Bolsonaro temaşe kirine.

Di êrişa li ser avahiyên dewletê de 1800 kes hatine binçavkirin

Li aliyê din hat ragihandin ku hejmara kesên bi hinceta tevlî serdegirtina Kongre û avahiyên hikûmetê yên 8’ê Çileyê bûne hatine binçavkirin gihiştiye 1800’î.

Di tûra duyemîn a hilbijartinên serokatiyê yên ku 30’ê Cotmeha 2022’an de li Brezîlyayê hat kirin de, çepgir Lula da Silva ji sedî 50,9 û rastgira tund Bolsonaro ji sedî 49,1 deng standin.

Piştî ku encamên hilbijartinê hatin eşkerekirin, alîgirên Bolsonaro ewil bi rojan li welêt rê girtin û paşê bang li hêzên çekdar kirin ku li dijî serokatîya Lula di xwepêşandanên ku li ber navenda artêşê li dar xistin de darbeyê bikin.

Serokê berê Lula da Silva yê di tûra duyemîn a hilbijartinên serokomariyê de bi ser ketî, 1’ê Çileya 2023’an de sond xwar û dest bi karê xwe kir.

Alîgirên Bolsonaro 8’ê Çileyê astengiya polîsan derbaskirin û ketin avahiya Kongreya Neteweyî.

Li vir careke din daxwaza destwerdana artêşê hate kirin.

Back to top button