Di nava Enqere û Stockholmê de alozî

Rejîma şefê Tirkiye Erdogan dixwaze bi rêya zextan Swêd daxwazên wê pêk bîne.
Lê ya diyar, daxwazên mafywarî yên Erdogan li Swêdê pêkanîn zehmet e.
Çapemeniya Swêdê ragihand ku Stockholm wê 4 kesên ku Tirkiye daxwaza wan dike, radest neke.

Rejîma Enqere daxwaza endamtiya Swêd û Fînlandiya ya ji bo NATO kiriye cihê bazarê.

Şefê faşîst yê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di berdêla erêkirina endamtiya van welatan de, daxwaza radestkirina kesên li van welatan dike.

Hat diyarkirin ku Swêd a ku bi Enqereyê re li ser endamtiya NATO’yê nakok e, 4 kesên ku Tirkiye ji vî welatî dixwaze, radest nake.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Swêdê TT ragihand ku hikûmeta Stockholmê 4 kesên ku ji ber hewldana derbeya 2016’an ji aliyê Tirkiyeyê ve tên xwestin radestî wan nake.

TT, da zanîn ku Dadgeha Bilind a Swêdê havîna borî biryar da ku 4 kes nikarin bên radestkirin.

Vê biriyarê jî wiha kir ku hikumeta welat nikare tiştekî bike.

Dadgehê bi hinceta “bi sûcên siyasî ve girêdayî ye” biryara radestkirinê red dike.

Enqereyê di salên 2019 û 2020’an de ji Swêdê daxwaza radestkirinê kiribû.

Erdogan daxwaza radestkirina keneş dike

Herî dawî Serokomarê Tirkiyê Erdogan di serdana Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson a Enqereyê de axivî û bi eşkereyî daxwaza radestkirina Bulent Keneş kir.

Erdogan gotibû:

“Ji bo me girîngiyek mezin e ku Bulent Keneş ê ji rêxistina terorê FETO li Swêdê ye û ev terorîst radestî Tirkiyê bê kirin.”

Bulent Keneş, berpirsiyarê berê yê rojnameya Today’s Zaman bû.

Niha li Swêd dîmîne.

Swêd û Fînlandiya piştî êrişa Rûsya ya li ser Ukrayna dest ji bêalîbûna xwe berdan û 18’ê Gulanê serlêdana endamtiya NATO kirin.

Niha ev welat li benda erêkirina NATO yê ne.

Lê ji bo vê yekê pêwistî bi erêkirina 30 welatên endamên NATO heye.

Heta niha Tirkiye û Macerîstan tenê mane ku ev yek erê nekirine.

Back to top button