Ji sê parên darên li cîhanê parek li ber tunebûnê ye

Li gorî raporekê ku 58.497 cûreyên daran ên li cîhanê hate lêkolîn, metirsiya tunebûnê li ser yek ji sê parên daran e.

Di raporê de Botanical Garden Conservation International (BGCI) 17.500 cûreyên daran li ber tunebûnê ne.

Her wiha hate ragihandin ku guhertina avhewayê gefeke mezin li eko sîstema daristanan dixwe. ji sedî 7 jî dibe ku di bin metirsiyê de bin.

Li gorî raporê metirsiya tunebûnê herî zêde li ser darên manolya, berû, spîndar û abanozan heye.

Brezîlya ku navenda beşeke mezin a daristanên baranê yên Amazonê ye, ew welat e ku ji ber çandiniya zêde gef li 8.847 cûreyên daran tê xwarin û metirsî li ser 1.788 cûreyên daran heye.

Li herêmên tropîkal ên Efrîkayê li Madagaskar û Maûrîtîûsê jî zêdeyî ji sedî 57’an metirsiya tunebûnê li ser cûreyên daran heye.

Bi giştî 142 cûreyên daran ji holê rabûn, metirsiya tunebûnê li ser 440 cûreyî heye.

Back to top button