9 şehîdên YAT’ê bi merasîmeke bi heybet tên oxirkirin

9 şehîdên YAT’ê bi beşdariya bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhiatê Sûrî bi merasîmeke bi heybet hatin oxirkirin.

9 şehîdên ku di qezaya helîkopterê ya li Başûrê Kurdistanê de şehîd bûbûn, îro ji bo wan li lîstigeha Serdem a Hesekê ji bo şehîdan merasîmek hate lidarxistin

Di merasîmê de şêxên eşîran, hêzênleşkerî, partiyên siyasî, ji koalîsyona navdewletî jî şandyek û bi hezaran şêniyên bakur û rojhilatê Sûrî amade bûn.

Cenazeyên 9 şehîdan li nexweşxaneya şehîd Sarya hate girtin û bi konvoyek birin lîstîgeha Serdem a taxa xweran.

Piştî cenazeyên şehîdan gihîşt lîstigehê toreneke leşkerî ji bo şehîdan hate lidarxisitin.

Merasîm bi peyamên Fermandariya Giştî ya QSD’ê û saziyên fermî û nûnerên hevkar û hevalbendên hêzên QSD’ê yên di şerê li dijî terorê de, bi rê ve diçe,

Back to top button