Li paytexta Urdin Emanê îro lûtkeya Bexda 2 bi navnîşa, ‘Piştgirî û Aştî’ pêk tê. Serokkomarê Fransayê Emanuel Macron di lutkeyê de got: “Em destwerdana her welatekî li ser Iraqê red dikin..”
Li paytexta Urdin Emanê lûtkeya Bexda 2 pêk tê.
Ev Lûtke weke dewama Bexda 1 ya ku dawiya Tebaxa 2021’an li paytexta Iraq Bexdayê pêkhatîbû, tê lidarxistin.
Di lûtkeyê de Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî axivî û got:
“Em hêvîdar in ku ev lûtke encamên baş bi xwe re bîne û hêviyên me yên mezin jê heye.”
Sûdanî der barê kêmkirina ava Iraqê ji aliyê Tirkiye û Îranê ve jî got:
“Ji ber kêmaniya avê em di jêr gefek mezin de ne. Pirsgirêka me ya avê li gel Tirkiyeyê heye.”
Sûdanî têkildarî binpêkirina serweriya Iraqê ya ji aliyê dewleta Tirk û dewleta Îranê ve jî helwesta xwe nîşan da.
Serokkomarê Fransayê Emanuel Macron jî axivî..
Macron got: “Em destwerdana her welatekî li ser Iraqê red dikin. Ji ber ku di encama destwerdanan de welatiyên bê guneh dibin qurbanî. Divê em ji bo parastina serweriya Iraqê alîkar bîn.”