OGB: Divê pêşî li şerê bi xwîn yê dewleta Tirk bê girtin

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Awûstûrya (OGB) diyar kir ku bi êrişên dewleta Tirk ên ji dawiya meha Mijdarê û vir ve destpê kiriye, rewşa ewlekarîya li Sûriye û derdora wê xerabtir kiriye û bang li dewleta Tirk kir ku dev ji provokasyonên xwe yên li dijî herêmê berde.

Konfederasyona sendîkayên karkerên Awûstûrya bibîrxist û got; “Di encama êrişan dewleta tirk de mal û binesaziya sivîlan jî hatine rûxandin.

Wezareta Parêzvaniya Emerîkayê di nîvê meha Kanûnê de hişyarî dabû, ev bombebaran dibe ku amadekariya operasyoneke bejayî ya mezintir be.

Bi taybet herêmên ku ji sala 2012’yan û vir ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, dibin rêveberiya Kurd û kêmnetewan de ye.

OGB’ê destnîşan kir û got; ”Serokkomarê Tirkiyê Erdogan nikare modeleke aştiyane ya otonomiya Kurdî li ser sînorê welatê xwe tehemûl bike û bi awayekî eşkere biryar daye ku bi artêşa xwe ve êriş bike.

OGB’ê di dawiyê de li ser êrîşên dewleta Tirk ev tişt diyar kir. Şerê ku tê, tenê yek ji wan kiryarên ku di van meh û salên dawî de li dijî Kurdan tên kirin e
‘Dev ji provokasyonan berde.’

Back to top button