Xalid Mehcûb: Tirkiye çeteyên DAIŞ’ê yên ji Sûriye û Iraqê dişîne welêt

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê eşkere kir ku Tirkiye bi riya Rêxistina Gurên Poz hewl dide ku çeteyên DAIŞ’ê li Lîbyayê bi cih bike.

Hat eşkerekirin ku di nava çeteyên ku gihiştine Lîbyayê ji bo bi hikûmeta Wîfaqê ya Ixwanî re şer bikin serçeteyên DAIŞ’ê ku berê weke mîrên Reqa û Girê Spî dihatin naskirin, hene.

Ji fermandarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Xalid Mehcûb, derbarê şandina çeteyên DAIŞ’ê ji ajansa Hawarê re axivî.

Xalid Mehcûb ragihand ku Tirkiye çeteyên DAIŞ’ê yên ji Sûriye û Iraqê ku weke komên terorîst ên di lîsteya Konseya Ewlehiyê ya Navdewletî de tên naskirin, dişîne Lîbyayê.

Mehcûb destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi Rêxistina Gurên Poz re gelek civîn pêk anînye, ew jî bi armanca ku çeteyên DAIŞ’ê li rojavayî Lîbyayê werin bicihkirin.

Serçeteyên DAIŞ’ê ku weke mîrên Reqa û Girê Spî dihatin naskirin, gihane Lîbyayê

Di nava çeteyên DAIŞ’ê ku bi Rêxistina Gurên Poz re rûniştine Fayîz El-Eqal heye ku berê weke mîrê çeteyên DAIŞ’ê li Reqayê dihat naskirin.

Di nava serçeteyan jî Ismayîl Îdo heye ku weke destê MÎT’a Tirk di nava DAIŞ’iyan de tê naskirin,

Hat eşkerekirin jî ku di nava serçeteyên ku gihane Lîbyayê “Feysel Blo” heye ku beriya niha weke mîrê herêma Girê Spî dihat naskirin.

Ji fermandarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Xalid Mehcûb da xuyakirin ku serçete “Feysel Blo” yek ji çar çeteyên bû ku pîlotê Urdunî Muaz El-Kesasbê li ber çavê hemû cîhanê kuştibûn.

Duh jî El-Mehcûb eşkere kiribû ku Tirkiyê di du rojên dawî de 3 hezar çeteyên ji Sûriyê şandin Lîbyayê ku di nava wa de terorîstên di lîsteyên navdewletî de hene.

Back to top button