Encamnameya civîna salane ya Kongra Star hat eşkerekirin

Encamnameya civîna salane ya Kongra Star eşeker bû. Di civînê de tekezî li ser têkoşîna wekhev ya di navbera her du zayendan de hat kirin û di encamê civînê de hate gotin, divê birêxistinkirina jinan di hemû waran de were pêk anîn.

Di rojên 15 û 16`ê Kanûnê de Meclisa Kongra Star bi amadebûna 100 endamên meclisê û berdevkên komîteyan, li navenda xwe ya li Qamişlo civîna xwe ya salane li dar xist.

Encamnameya civînê îro li ser malpera fermi ya Kongra Star hat ragihandin.

Di civîna salane de rewşa siyasî, rewşa rêxistinî, rewşa jinan, rewşa rêber Abdullah Ocalan, mekanîzmaya xebatên Meclisa Kongra Star ên sala 2022`an hatin nirxandin.

Beşdarên civînê îşaret pê kir ku dewleta Tirk li herêmê rêbaz û siyaseta qirkirina komî li dijî gelê Kurd dimeşîne.

Her wiha di civînê de behsa pilanên dewletên desthiladar li dijî herêmê hat kirin.

Beşdaran her wiha îşaret bi pêkanîna sîstema hevserokatiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Di civînê de tekezî li ser têkoşîna wekhev ya di navbera her du zayendan de hat kirin

Di civînê de behsa tecrîda giran a li dijî rêber Abdullah Ocalan hat kirin û ev tişt hate gotin:

Tecrîd beşek ji siyasetên pergala global e. Ev tecrîd li dijî hemû rêgez û qanûnên mafên mirovan e.

Di civîna salane ya Meclisa Kongra Star de gelek pêşniyar derketin, ji wan.

Têkoşîna wekheviya di navbera her du zayendan de mijara perwerde û xebatê ye.

Ji bo parastina modela hevserokatiyê, dosyayek were nivîsandin û perwerde li ser vê modelê were dîtin.

Divê hemû jin di hemû qadan de xwe pêş bixin.

Divê jin di rêxistinên jinan de werin birêxistinirin da ku nasnameya wan a taybet hebe.

Divê zanista ekolojiyê ji pirsgirêka têkoşîna zayendî neyê qutkirin û mecliseke ekolojiyê di demeke nêzîk de were avakirin.

Back to top button