Şervanên Ermen: Em hemû jinan diparêzin

Şervanên Jin ên Ermen li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivîn û gotin:”Sekn, berxwedan û têkoşîna me ya îro di xetên eniyê de tê wateya ku em ne tenê jinên Ermenî, hemû jinên Rojhilata Navîn diparêzin”.

Gelê Ermen wekî Aşûr, Suryanî, Kurd û Ereban bi komkujiyên Osmaniyan û dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû hatine.

Jinên Ermenî piştî qirkirina 107 salan ji guherînên li Bakur û Rojhilatê Sûiryê dûrneket û di hemû qadan de xwe bi rêxstin kirin.

Şervanên Jin ên Tabûra Şehîd Nûbar Ozani yan a Ermeniyan li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker nêrînên xwe anîn ziman.

Back to top button