Fransayê 15 roj dan rêveberên Îslamî da peymanekê bo nirxên komarê deyînin

Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi armanca bidawîkirina hebûna 300 melayên biyanî yên tundrew, digel berpirsiyarên ola Îslamî civî û daxwaziya danîna paymanekê bo nirxên komarê kir.

Li gorî Koşka l’Élysée, Macron di hevdîtinê de tenê 15 roj dan rêveberên ola Îslamî ku “peymanê” deyînin.

Macron her wiha di civînê de ev tişt ji wan xwestin:

“Divê navendên Îslamî pabendiyê bi peymanê bikin.

Tekezî li ser naskirina nirxên Fransayê.

Destnîşankirina Îslamê weke ol, ne tevgereke siyasî.

Bidawîkirina destwerdan û girêdana digel dewletên biyanî.”

Piştî rûdana bûyera kuştina mamosteyê Fransî û hin bûyerên din ên tundrew, Parîsê hêzên Îslamî yên siyasî bi rûxandina nirxên komarê tawanbar kir û gefa rûbirûbûnê li şepêlên tundrew xwar.

Back to top button