Almanya jî tevgera Gurên Boz qedexe kir

Almanyayê dê liv û tevgera nijadperestên Gurên Boz ên dewleta Tirk rawestand..

Meclisa Federal a Almanyayê, duh di saetên şevê de lêkolînkirina qedexekirina Tevgera Gurên Boz erê kir.

Daxwaza qedexekirinê ji aliyê Partiya Çep bi rêya pêşnûmeqanûnekê hatibû pêşkêşkirin.

Bi qasî 11 hezar endamên vê tevgerê li Almanyayê hene û di bin sîwana Federasyona Komeleyên Tirk ên Nijadperest ên Demokratîk ên Almanya (ADUTDF) û Yekîtiya Çanda Îslamî ya Tirk ên Ewropa (ATÎB) de, xwe bi rêxistin dikin.

Piştî bûyerên kuştin û tundrewiyê li Ewropayê, Fransa Tevgera Gurên Boz qedexe kir, aniha jî Almanya hewl dide vê gavê bavêje.

Back to top button