Li humisê di navbera hêzên Şamê û çeteyên DAIŞ’ê de şer derket

Di vê dawiyê de li herêmên gundewarên Humisê yên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de, êrişên çeteyên DAIŞ’ê zêde bûn.
Lewma îro careke din li Humisê di navbera hêzên Şamê û çeteyên DAIŞ’ê de şer derket.

Li herêmên gundewarên Humisê yên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de, êrişên çeteyên DAIŞ’ê zêde bûye.

Di encama êrişê de ji herdû aliyan jî gele kuştî çêbûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li beyarên Tedmurê û Sexne yên rojhilatê Humisê di navbera çeteyên DAIŞˊê û hêzên hikumeta Şamê de şer derket.

Hemwextî wê balafirên şer ên Rûsyayê heman nuqte bombebaran kir.

Di van demên dawiyê de li herêmên di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de êrişên çeteyên DAIŞˊê zêde bûne.

Di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de 2 çekdarên hikumeta Şamê hatin kuştin

Back to top button