Komploya 15’ê Sibatê li Ermenistan hat şermezarkirin

Li Ermenistanê û Danîmarkayê jî bi meşan Komploya Navnetweyî hate şermezarkirin.
Di meşan de bang li cihan û dewletên Ewropayê hat kirin ku ji bê dengiya li heberî tecrîdê derkevin.

Di salvegera 25’emîn ya komploya 15’ê sibatê de li paytexta Ermenistan Erîvanê, Kurdistaniyan meşek li darxistin.

Meş li Qada Hara Paragê destpê kir û heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî dewam kir.

Li wir Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dîrboyan axivî û got:

“Fikrê Rêber Apo ji bo aloziyên Rojhilata Navîn çareseriye.

Divê her kes tevlî kampaniyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin.”

Yek ji çalakvanên meşê Seyran Cellat diyar kir ku divê cîhan û dewletên Ewropayê li hemberî neheqiyên li ser Rêber Apo tê meşandin bêdeng nemînin.

Di dawiya meşê de ji bo azadiya Rêber Apo nameyek pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî hate kirin.

Li Danîmarkayê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat kirin

Bi heman amancê li Kopenhagê ya Danîmarkayê Kurdistanî û dostên wan meşek li daexistin.

Meş li hember Konsolosxaneyên Tirkiyê, Amerîkayê, Fransayê û Avahiya Neteweyên Yekbûyî pêk hat.

Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Kek Îbo Pîrsûs diyar kir ku heta Rêbe Apo azad nebe, wê têkoşîn bidome.

Li Kolnê bi deh hezaran banga azadiya Abdullah Ocalan kirin

Back to top button