Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Penabar û Koçberan Şêxmûs Ehmed ragihand ku rêxistinên NY û Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî piştgirî û xebatên xwe yên li herêmê kêm kirine.
Şêxmûs Ehmed diyar kir ku rêxistinên NY yên li herêmê li gorî siyaseta hikumeta Şamê dixebitin û got: “Di encama vê siyasetê de koçber û penaberên ku di kampên li herêmên Rêveberiya Xweser de dimînin, ji alîkariyan mehrûm dimînin.”
Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Penabar û Koçberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Şêxmûs Ehmed ragihand ku rêxistinên Neteweyên Yekbûyî (NY), piştgiriya ku dida kampên li herêmê, kêm kiriye.
Şêxmûs Ehmed bal kişande li ser berpirsyariya rêxistinên NY û destnîşan kir ku pêşkêşkirina alîkariyan ji kampên li herêmê re erka wan jî ye.
Ehmed da zanîn Bernameya Xurekê ya Cîhanê ya NY alîkariya ku dida kampan, qels kir û bi bîr xist ku Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî WHO’yê jî xebatên xwe li herêmê kêm kirine.
Bi domarî Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Penabar û Koçberan bal kişand ser şêwazên alîkarî dayînê û wiha domand:
“Tevî ku di rêbaza dayîna alîkariyan û xebatên tenduristiyê yên wan rêxistinan de kêmasî hene, lê ji ber ku li ser herêmê dorpêç û êrişên domdar hene, alîkarî ji bo şênî û kampan gelek girîng e.
“Rêxistinên NY yên li herêmê li gorî siyaseta hikumeta Şamê dixebitin”
Dorpêç û girtina deriyên sînor ên wekî Til Koçer, peydakirina dermanan ji derveyî herêmê zehmettir dikin.”
Şexmûs Ehmed diyar kir ku rêxistinên NY yên li herêmê li gorî siyaseta hikumeta Şamê dixebitin û wiha got:
“Di encama vê siyasetê de koçber û penaberên ku di kampên li herêmên Rêveberiya Xweser de dimînin, ji alîkariyan mehrûm dimînin.”
Şêxmûs Ehmed: Ji bo nexweşî belav nebin, em ê xebatên tenduristiyê zêde bikin
Derbarê çareserkirina pirsgirêkên tenduristiyê de jî Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Penabar û Koçberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed dawiyê got:
“Em ê xebatên desteyên tenduristiyê li kampan zêde bikin, ji bo ku em rê li pêşiya belavbûna nexweşiyan bigirin.”
Rêxistinên Bijîşkên Sînornenas: Divê WHO alîkarîdayîna kampên li herêmê bidomîne
Hjêjayî gotinê ye Rêxistina Bijîşkên Sînornenas jî di 31’ê Adarê de hişyarî dabû û gotibû:
“Ger Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî fînanseya xwe rawestîne, wê bi awayekî neyînî bandorê li niştecihên kampên li herêmê bike,
Rêxistinê bang kiribû ku divê xebatên tenduristiyê dewam bikin.